Wan cara ewil çalakiyeke wisa dît

Ligel zarokan, dê û bav jî bi pêşbaziya meşê kelecanî bûn...

Wan cara ewil çalakiyeke wisa dît

Li gundê çeman ê Beytûşebabê, mamosteyên dibistana seretayî cara ewil pêşbaziya meşê li dar xist. ligel zarokan, malbat jî pê kêfxweş bûn.

Ji ber mizgefta gund dest pê kirin û heta ber dibistanê, 400 metro meşiyan.

Li gundê Çeman ê li ber sînor, cara ewil pêşbaziyeke bi vî rengî hat lidarxistin.

Gava sporvan gihîştin ber dibistanê, heval û malbatên wan jî bi qasî wan kelecanî bûn.

Zarokên ku heta îro çalakiyeke wisa nedît, ji mamosteyên xwe dixwazin di beşên din ên sporê de jî pêşbazî bên lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE