Wan navend li 6 bajaran operasyona terorê hat kirin û 42 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyeta Bajêr hat dayîn, ji bo deşîfrekirina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê operasyon dewam dikin.
Li gor daxuyaniyê ji bo 45 gumanbarên ku di nav şaxa ciwanan a rêxistina terorê da fealiyetê dikin, beşdarî çalakiyên kuçeyan dibin û organîze dikin û beriya 27ê mijdarê amadehiya çalakiyê dikin, li Wan, Stenbol, Îzmir, Bursa, Agirî û Edeneyê di heman demê da operasyon hat kirin û 42 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li mal, kargeh û ser gumanbarên binçavkirî demançe, fîşeng, gelek materyalên dîjîtal û dokumanên rêxistînî hatin bidestxistin. Li Edremîta navçeya Wanê, li taxa Emînpaşayê kuçeya Selviyê ya Rêya Fîdanlikê ya berê di avahiyeke vala da lêgerîn hat kirin û tê da tivinga nîşandaran a Kanasê û 239 fîşengên wê, tivinga piyade a 5 AK-47ê û 81 fîşengên wê û 9 şarjor hatin dîtin.
Ji bo gumanbarên ku hatin binçavkirin û muhimatên ku hatin bidestxistin lêpirsîn dewam dikin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo peydakirina hizûr û ewlehiya gel têkoşîna terorê bê navber didome.
AA