Wargeha çîvîkan: Gola Denizê ya di nav sînorê Qaxizmana navçeya Qersê de

Gola di nav sînorê Qaxizmana navçeya Qersê da ye, havîn û zivistanê bi rengên xwe yên curbecur va mirov heyranê xwe dihêle, ji bo çivîkan wargeh e û masî jî tê da hene.

Wargeha çîvîkan: Gola Denizê ya di nav sînorê Qaxizmana navçeya Qersê de

 Gola Denizê ya wek wargeha çîvîkan tê zanîn û di nav çiyayên li bakurê Geliyê Arasê da ye bi reng û xweşikahiyên xwe va li benda mêvanan e.

Gola di nav sînorê Qaxizmana navçeya Qersê da ye, havîn û zivistanê bi rengên xwe yên curbecur va mirov heyranê xwe dihêle, ji bo çivîkan wargeh e û masî jî tê da hene.

Midûriyeta Berên Avî ya Masîgeriyê ya Wezareta Çand û Daristanê di çarçoveya "Masiyan berî avên li nav Tirkiyeyê bidin" da 20 hezar masîpankên çêlik berî golê dan û ew ji hêla şêniyên herêmê va tên parastin.

Li dora wê rêyên meşê hene

Gola xwedî taybetiya tektonîk a ku ji ava berfê xalî namîne bi rêyên meşê yên li dora xwe û li benda sirûşthez û kampvanan e.

Kordînatorê Zanistê ya Komeleya Sirûşta Bakur Emrah Çoban Dogan got ku Gola Denizê dişibe Alpan û wiha pê da çû: "Li Tirkiyeyê di nav çiyayan da gelek gol hene. Gola Denizê ya li gundê Çengîlliya ser navçeya Qaxizmanê ye him dîrokî û him jî sirûştî ye. Gelek ziyaretvan tên dêra dîrokî ya bi qasî 1500 sal e heye lê haya piraniya mirovan ji vê gola li ber lingê wan e tuneye. Em dixwazin xweşiya li vê derê bidin nasandin."

Çoban got ku gol ji bo çivîkan jî wargeh e û li gor jimartin û lêkolînên kirin heta niha 42 cure çivîk hatin tesbîtkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE