Ji Aliyê Saziya Kredî û Wargehan ve ji bo ciwanan xizmeteke nû dest pê kir. di navbera 15ê tîrmehê û 1ê îlonê de dê yûrdên KYK'ê belaş bin. armanc ew e ku ciwan bikaribin bigerin û bajarên din ji nêz ve nas bikin.
Wezareta Werziş û Ciwaniyê ji bo ciwanan li seranserê welêt xizmeta belaş a wargehên KYKê da destpêkirin.
Li gorî vê projeya seyahatê, ciwanên di navbera 18 û 25 salî de dê bikaribin 3 rojan li yûrdên KYKê bimînin.
Şertê xwendekariyê tune ye, bi vê yekê dê ciwan îmkana ger û naskirina çand û xweşikahiya welêt bi dest bixin.
Ciwan jî ji vê xizmetê kêfxweş man û bi saya vê xizmetê dê bikaribin bi rihetî bigerin.
Ciwanên ku ku dixwazin li wargehên KYK'ê bimînin divê beriya mayînê bi rojekê randevûyê bistînin.