Warêlê nefta brent 60,49 dolarî tê firotan

Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta Brent bi 60,49 dolarî tê firotin...

Warêlê nefta brent 60,49 dolarî tê firotan

 Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta Brent bi 60,49  dolarî tê firotin.

Warêla nefta Brent duh di nav rojê da heta 61,73 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 60,04 dolarî roj temam kiribû. Îro jî warêla nefta Brent ji saet 09.25an pê va li gor duh ji sedî 0,74 zêde bû û bû 60,49 dolarî.

Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,25 dolarî hat firotin.

Di navbera Çîn û Amerîkayê da rageşiya bazirganiyê mezin dibe û ev jî nahêle bihayê neftê zêde bibe. Bihayê yuanê Çînê li hemberî dolarê Amerîkayê her ku diçe kêm dibe, ji sala 2008an vir va cara ewil e ku bihayê yuanê evqas kêm bû. Li ser vê duh Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dewleta Çîn wek "manîpulatorê dowîzê" îlan kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyandibû ji bo malên Çînê yên ku bihayê wan 300 milyon dolarî ye wê ji sedî 10 baca zêde bê stendin û evê ji 1ê Îlonê pê va bikeve rewacê. Li ser vê Wezareta Bazirganiyê ya Çînê jî daxuyandibû şirketên Çînê wê ji bo demekê ji şirketên Amerîkayê wê alavên çandiniyê nestînin.

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE