Warêlê nefta brent 64,73 dolarî ye

Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 64,73 dolarî tê firotin

Warêlê nefta brent 64,73 dolarî ye

 Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 64,73 dolarî tê firotin.

Warêla nefta brentê duh di nav rojê da heta 67,30 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 64,52 dolarî roj temam kiribû. Îro jî warêla nefa brentê ji saet 09.21î pê va li gor duh ji sedî 0,32 zêde bû û bû 64,73 dolarî.

Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 57,72 dolarî hat firotin.

Piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ew amade ne bi Îranê ra hevdîtinê bikin, bihayê neftê ji sedî 4an zêdetir kêm bû.

Enstîtuya Nefta Amerîkayê (API) daxuyand li welêt stoqê neftê hefta borî 1,4 milyon kêm bû û dakete 460 milyon warêlî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE