Warêlê nefta brent 66 dolarî ye

Warêlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 66 dolarî tê firotan...

Warêlê nefta brent 66 dolarî ye

Warêlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 66 dolarî tê firotan.

Warêlê nefta brent duh nava rojê derket 66,58 dolarî û dû ra bi 65,99 dolarî va roj temam kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.20î pê va ji sedî 0,01 rabû û bû 66 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 59,09 dolarî hat firotin.

Rêveberiya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) ragihand ku stoqên nefta xav a bazirganiyê yên li welêt hefteya çûyî 12,8 milyon warîl (ji sedî 2,7) kêm bûn û berjêrî 469,6 milyon warîlî bûn.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 66,04 û 66,64 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 64,79 û 64,14 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE