Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 119,73 dolarî tê firotin.
Warîlê nefta brent roja înê derket 124,33 dolarî û dû ra bi 122,01 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.31an pê va ji sedî 1,87 şikest û bû 119,73 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 118,36 dolarî hat firotin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 120,65 û 121,65 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 119,65 û 118,65 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.AA