Warîlê nefta brent bi 26,53 dolarî ye

Warîlê nefta brent duh derket 29,19 dolarî û dû ra bi 24,88 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 10.08an pê va ji sedî 6,59 rabû bû û bû 26,53 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 23,53 dolarî hat firotin.

Warîlê nefta brent bi 26,53 dolarî ye

Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 26,53 dolarî tê firotan.

Warîlê nefta brent duh derket 29,19 dolarî û dû ra bi 24,88 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 10.08an pê va ji sedî 6,59 rabû bû û bû 26,53 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 23,53 dolarî hat firotin.

Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) ku li Çînê derket û bilez belayî dinyayê bû, trenda qelsbûna pêşbîniyên mezinbûna aboriyê û xerckirina neftê didome. Rîska resesyona aboriya kurewî li ser piyaseyên neftê jî tesîreke neyênî dike.

Wezîrê Vejena Erebistana Siûdî Ebdulezîz bin Selman di daxuyaniya pêr da ragihandibû ku welatê wî di nava çend mehan da îxracata neftê dê rojane derxe ser 10 milyon warîlî. Ev geşedan jî dike ku biha berjêr dewam bike.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 26,75 û 27,44 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 26,06 û 25,37 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE