Warîlê nefta brent bi 34,80 dolarî tê firotin

Warîlê nefta brent duh derket 35,76 dolarî û dû ra bi 34,65 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.21an pê va ji sedî 0,43 zêde bû û bû 34,80 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 32 dolarî hat firotin.

Warîlê nefta brent bi 34,80 dolarî tê firotin

Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 34,80 dolarî tê firotan.

Warîlê nefta brent duh derket 35,76 dolarî û dû ra bi 34,65 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.21an pê va ji sedî 0,43 zêde bû û bû 34,80 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 32 dolarî hat firotin.

Piştî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bihayê neftê kêm bûbû. Lê niha hêdî hêdî ji ber ku dîsa daxwaza neftê çêdibe û welatên neftê difroşin jî biryar dabûn ku kêm hilberînê bikin bihayê neftê dîsa zêde dibe.

Pispor dibêjin li tevahiya dinyayê tevdîrên karantînayê gav bi gav rehet dibin, wek berê sînordarkirineke hişk tune, ji ber vê ji aboriya welatan wê dîsa zindî bibe û tesîra vê wê li ser bihayê neftê jî çêbibe ku biha zêde bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE