Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 38,16 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent duh derket 38,22 dolarî û dû ra bi 37,83 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.03yan pê va ji sedî 0,87 biha bû û bû 38,16 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 34,98 dolarî hat firotin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 38,48 û 38,70 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 38,09 û 38,04 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.AA