Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 58,85 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent duh derket 59,58 dolarî û dû ra bi 59,09 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 08.17an pê va ji sedî 0,40 şikest û bû 58,85 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 53,29 dolarî hat firotin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 58,93 û 59,08 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 58,78 û 58,63 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.AA