Warêlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 59,92 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta brent duh derket 60,68 dolarî û roj bi 59,82 dolarî temam kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.30yî pê va ji sedî 0,16 zêde bû û bû 59,92 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 54,24 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ji ber ku ji aboriyên dinyayê sînyalên xirab tên û wisa tê hêvîkirin ku daxwaza vejena kurewî wê kêm bibe ev dibe sedema kêmbûna bihayê neftê. Ji bilî vê têxmînên dibêjin rageşiya ticarî ya di navbera Amerîka û Çînê da wê zede bibe jî yek ji wan sedeman e ku bihayê neftê kêm dibe.
AA