Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 61,01 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent duh derket 61,30 dolarî û dû ra bi 61,09 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.15an pê va ji sedî 0,13 şikest û bû 61,01 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,66 dolarî hat firotin.
Di asta rekorê da dewamkirina hilberîna nefta xav a Amerîkayê kir ku biha hinekî bişkên.
Li gorî daneyên Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê, hilberîna nefta xav a welêt di hefteya 12-18ê cotmehê da rojane bi navîniya 12,6 milyon warîlî va di asta rekorê da çêbû.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 61,04 û 61,13 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 60,84 û 60,69 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.AA