Warêla petrola brent li piyaseyên navneteweyî bi 23,23 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh derket 22,91 dolarî û dû ra bi 21,86 dolarî roj temam kir. Warêla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.35an pê va li gor duh ji sedî 6,2 zêde bû û derket 23,23 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 20,52 dolarî hat firotin.
Li gor daneyên Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê hefteya borî stoq benzînê 3î7 milyon warêl (ji desî 1,4) kêm bû û dakete 259,6 milyon warêlî.
Bal hat kişandin ji ber ku stoq kêm bû daxwaza benzînê zêde bû û bihayê petrolê jî pê ra zêde bû
AA