Warêla petrola brent bi 27,32 dolarî tê firotin

Warêla petrola brent li piyaseyên navneteweyî bi 27,3

Warêla petrola brent bi 27,32 dolarî tê firotin

Warêla petrola brent li piyaseyên navneteweyî bi 27,32 dolarî tê firotin.

Warêla petrola brent duh derket 26,61 dolarî û dû ra bi 26,49 dolarî roj temam kir. Warêla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.28an pê va li gor duh ji sedî 3,13 zêde bû û derket 27,32 dolarî.

Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 24,34 dolarî hat firotin.

OPECê û hin welatên petrolê derdixin biryara kêmkirina derxistina petrolê dabûn, hingî biryar kete rewacê û hin welatan jî tevdîr sist kirin û aboriya wan hinekî zînde bû hêviya daxwaza ji bo petrolê zêde dike û ji bo vê jî biha zêde dibe.

Pispor jî dibêjin îhtimala zêdebûna rageşiya di navbera Amerîka û Çînê da pêşî li zêdebûna bihayê petrolê dibire.

Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) a ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike û welatên dervayî OPECê yên ku serkêşiya wan Rûsya dike biryara kêmkirina petrolê dabûn ku ev biryara wan jî di 1ê Gulanê da bi fermî kete rewacê. Li gor biryarê ev welat ew ê 2 mehan hilberîna xwe ya petrolê rojê 9,7 milyon warêl kêm bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE