Warêla petrola brent bi 33,34 dolarî tê firotin

Warêla petrola brent duh derket 33,87 dolarî û dû ra bi 32,84 dolarî roj temam kir. Warêla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.20î pê va li gor duh ji sedî 1,52 zêde bû û derkete 33,34 dolarî.

Warêla petrola brent bi 33,34 dolarî tê firotin

Warêla petrola brent li piyaseyên navneteweyî bi 33,34 dolarî tê firotin.

Warêla petrola brent duh derket 33,87 dolarî û dû ra bi 32,84 dolarî roj temam kir. Warêla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.20î pê va li gor duh ji sedî 1,52 zêde bû û derkete 33,34 dolarî.

Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 25,98 dolarî hat firotin.

Îro ew ê di navbera endamên Rêxistina Welatên Petrolê Îxranc Dikin (OPEC) û welatên endamê OPECê nîn da bi rêya vîdeo konfernasê civînê were kirin, piyaseyan bala xwe da ne ser vê civînê.

Li bendê ne ku biryar were dayîn ku di rojê da derxistina petrolê 10 an 15 milyon warêlî kêm bikin, ji ber vê hêviyê jî biha zêde dibe.

Li gor xebera TASSa ajansa nûçeyan a Ûris, rayedarekê Wezareta Vejenê ya Rûsyayê diyar kir ku Rûsya webûl dike ku di çarçoveya peymana were çêkirin da di rojê da 1,6 milyon warê petrolê kêm derxe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE