Wasiyeta şehîd bicih anîn

Li Ahlatê bi navê Şehid Eren Öztürk mizgeftek tê çêkirin

Wasiyeta şehîd bicih anîn

Çawîşê pispor Eren Öztürk di sala 2019an de li çalderana wanê şehîd ketibû. Di wasiyeta xwe de gotibû li ser navê min mizgeftekê çêkin. Li Xelata Bilîsê înşeata mizgefta bi navê şehîd Eren Öztürk dest pê kir.

Çawîşê pispor Eren Öztürk di 17 ê Cotmeha 2019an de li Çaldêrana Wanê di êrîşa terorîstan de şehîd ketibû.

Şehîd Eren çend sal beriya şehadeta xwe ji Meleyê Mizgefta Taxa Kulaksizê re behsa wesiyeta xwe kiribû.

Mele Şerafettin Tanyeri got dema wesiyeta Şehîd Eren hat bihîstin xêrxwazekî erdê xwe bexş kir.

Piştî erd hat dîtin li Taxa Kulaksizê ya Xelata Bilîsê înşeata mizgefta bi navê Şehîd Eren Öztürk dest pê kir.

Ji bo hîmdanîna mizgeftê merasîmek jî hat lidarxisin. Rayedarên bajêr, xizm û nasên şehîd û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Ji bo mizgefta Şehîd Eren Öztürk di nav demeke kurt de bê çêkirin niha li benda alîkariya xêrxwazan e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE