Wefata Abdulbaki Turan

Turan li ser Melayê Cizîrî xebatên akademîk kiribûn

Wefata Abdulbaki Turan

Akademîsyen Prof.Dr. Abdulbakî Turan wefat kir. Turan li ser MelaCizîrî xebatên akademîk kiribûn. Pirtûka wî ya bi navê “dîwan û şerha melayê cizîrî” di sala 2010an de hatibû weşandin. Abdulbakî turan di TRT Kurdîyê de jî li ser Melayê Cizîrî bername çêkiribû.

Abdulbakî Turan li ser îlmên Îslam, Tesewûf, Mezheb, Terîqetan gelek pirtûk nivîsîne.

Li ser dîwana Melayê Cizîrî jî gelek xebat kiriye.

Di sala 2010an de pirtûka bi navê “Dîwan û Şerha Melayê Cizîrî” weşand.

Taybetiya vê pirtûkê ew e ku li ser şair, mutefekîr, alîm û feylesofê Kurd Melayê Cizîrî cara ewil pirtûkeke bi Tirkî hatiye nivîsîn.

Profesor Diktor Abdulbakî Turan beriya wê jî Dubeytî, Feqiyê Teyran, Bateyî, Siyahpoş, Leyl Mecnûn û Memûzîn bi Kurdî weşandibûn.

Cudahiya pirtûka Dîwan û Şerha Melayê Cizîrî ew e ku şiîrên vê dîwanê li gorî cî û naverokên edebî hatine veqetandin û şîrovekirin.

Abdulbakî Turan ligel îlmê îlahiyatê, li medreseyan jî perwerde dîtiye.

Bernameya wî ya li ser  Dîwan û Şerha Melayê Cizîrî li ser ekranên TRT Kurdîyê hat weşandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE