Ji alimên hedîsê yên sereke yên Türkiyeyê Muhammed Emin Saraç li nexweşxaneya lê dihat dermankirin wefat kir.
Di daxuyaniya malbata Saraç da hat gotin ku "Mezinê malbata me muxterem Emîn Saraç xoceefendî demek kurt berî niha çû ber rehma Xwedê. Cihê wî cinet be. Bernameya cenazeyê dê paşê bê ragihandin."
Serok Erdogan bi minasebeta wefata Saraç di peyama weşand da û got: "Ez ji bo xoceyê me Muhammed Emin Saraçê ku me şahidî kir ku di her merheleya emrê xwe da ji bo rizayê îlahî hewlên mezin da rehmetê dixwazim."