Wefata dayika Îbrahîm Tatlises

 Hat ragihandin ku Leyla Tatliya dayika Îbrahîm Tatlises  ji ber têrînekirina gelek azayan wefat kir.

Wefata dayika Îbrahîm Tatlises

 Hat ragihandin ku Leyla Tatliya dayika Îbrahîm Tatlises  ji ber têrînekirina gelek azayan wefat kir.

Di daxuyaniya ku ji Nexweşxaneya Bahçelîevlerê ya Medîcanayê hat dayîn de hat gotin ku Leyla Tatliya dayika Îbrahîm Tatlises ji ber nexweşiyên ku piştî temenê derdikevin holê di wextên diyar de dihat dermankirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

"Birêz Leyla Tatli di 11ê kanûna paşîn a 2019an de ji bo dermankirinê rakirin serwîsa me ya daxiliyeyê û dermankirina wê ji ber têrînekirina gelek azayan di 13ê kanûna paşîn a 2019an de li unîteya nexweşiyên giran dewam kiribû. Teqîb û dermankirina Birêz Leyla Tatliyê seranserê du rojan li unîteya nexweşiyên giran dewam kir. Digel hemû midaxale û dermankirinê nexweş baş nebû. Digel hemû hewldanên doxtorên me Birêz Leyla Tatli di 15ê kanûna paşîn a 2019an de di saet 11.40î de wefat kir. Xwedê rehma xwe li merhûmeyê bike, serê malbat û hemû hezkiriyên wê sax be."AA

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE