Dîroknas û Nivîskar Kadir Misiroğlu, li Stenbolê, li nexweşxaneyê wefat kir.
Kadir Misiroğluyê 86 salî ku ev demeke li nexweşxaneya taybet a Altunizadeyê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.
Misiroğlu li Akçaabata Trabzonê ji dayİk bû û dibistana seretayî û navîn li Trabzonê qedand.
Pişt re Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê xelas kir û derbarê dîroka nûjen de lêkolîn kirin û berhem weşandin.
Misiroğlu, serokê heyeta mutevelli ya “Weqfa İlm û Îrfan a Osmaniyan” û xwediyê “Weşanxaneya Sebil”ê bû. Wekî din Misiroğlu zewicî û bavê 3 zarokan bû.
Cenazeyê Kadir Misiroğlu îro li Mizgefta Çamlicayê piştî nimêja esrê wê bê binaxkirin.