Wefata Prof. Dr. Mustafa Müslim

Rektorê zanîngeha Ez Zehrayê alimê Sûriyeyî Prof.Dr.Mustafa Müslim li nexweşxaneya lê tedawî didît wefat kir.

Wefata Prof. Dr. Mustafa Müslim

Alimê Sûriyeyî û Rektorê Zanîngeha Ez-Zehrayê ya Gaziantepê Prof.Dr. Mustafa Müslim, ji ber vîrûsa covid-19ê li nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yukselê ya Gaziantepê jiyana xwe ji dest da. Müslim, di kanala me TRT Kurdiyê de bernameya Rênasê pêşkêş dikir.

Prof. Dr. Mustafa Müslim beriya 10 rojan bi vîrûsê ket.

Müslim li bajarê Gaziantepê li Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yukselê dihat dermankirin.

Lê alîmê Sûriyeyî Müslim jiyana xwe ji dest da.

Mustafa Müslim di sala 1940î de li bajarê Kobaniya Sûriyê hat dinyayê.

Di sala 1965an de Fakulteya Îlahiyatê qedand û di sala 1994an de bû profesor.

Prof. Dr. Mustafa Müslim piştî şerê navxweyî yê li Sûriyê hat Tirkiyê.

Müslim li bajarê Gaziantepê rûdinişt.

Di sala 2014an de li Zanîngeha EZ-Zehraya Gaziantepê bû rektor.

Müslim 7 salan ev wezîfe kir.

Her wiha Müslim di kanala TRT Kurdiyê de jî bernamaya Rênasê pêşkêş dikir.

Xwedê te'ala rehma xwe lê bike, mekanê wî bihişt be, Xwedê sebrê bide malbata wî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE