Wefata Sezai Karakoç

Sezaî Karakoçê helbestvan, nivîser û bîrmend, di 88 saliya xwe de wefat kir

Wefata Sezai Karakoç

Sezaî Karakoçê helbestvan, nivîser û bîrmend, di 88 saliya xwe de wefat kir.

Karakoç weke kurê bazirgan Yasîn beg û Emîne Xanimê ku 22yê çileya sala 1933yan li Erxeniya navçeya Diyarbekirê hate dinyayê.

Zaroktiya wî li Erxenî, Maden û Pîranê derbas bû. Sala 1944an li Erxeniyê dibistana seretayî qedand. Heman salê li Dibistana Navendî ya Maraşê ku bê pere li bi cih bû qeyd bû û sala 1947an jê mezûn bû. Sala 1950î ji Lîseya Gazîentabê mezûn bû.

Karakoç hê di salên lîseyê de mereqa wî ji edebiyatê re çê bû û dest i xwendina berhemên rajavayê kir.

Dema dest bi zanîngehê kir klasîkên Rojhilat û Rojava qedandin

Hostayê wêjeyê dema dest bi zanîngehê kir klasîkên Rojhilat û Rojava qedandibûn. Dema li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dixwend ji bo hevnasînê çû serdana Necîp Fazil Kisakurek. 

Sala 1950î ji beşa darayiyê ya zanîngehê mezûn bû piştî salên 1955an di gelek wezîfeyên dewletê de cih girt.

Mamosta Sezaî Karakoç salên 1960-1961 li Enqere û Agiriyê eskerî kir.

Berhemên wî yên berahî salên 1950 ketin destê xwendevanan 

Berhemên mamosta Karakoç sala 1950î di govara Buyuk Doguyê de hatin weşandin, herwiha di dawiya sala 1963yan de di rojnameya Yenî Îstanbulê de bi îmzaya "Karakoç" gotarên rojane dan weşandin.

Sezaî Karakoç di wêjeya Tirkî de herî zêde bi helbesta xwe ya "Mona Rosa" di dilê xwendevanan text danî.

Helbestên Karakoç di govarên weke Buyuk Dogu, Hisar (1951-54), Mulkiye (1952-53), Îstanbul (1953-57) Şiir Sanati (1955), Hamle (1955), Pazar Postasi (1957-58), Turk Yurdu (1959), Hur Soz (1961), Soyut (1965), Hîlâl (1965) û Dirilişê (1960-92) de hatin weşandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE