Wehaya li ber palên Çiyayên Arasê: Gola Sêzinaran

Gola li raqima 1500 metreyî ku qasî 11 hezar metreqereyî cî digire di van rojên havînê da mêvanên dixwazin ji bajaran dûr bikevin diezimîne

Wehaya li ber palên Çiyayên Arasê: Gola Sêzinaran

Gola Sêzinaran a li navçeya Tuzlucayê li ber palên Çiyayên Arasê ye û bi nebatên der û dora xwe va xweş xuya dike di van rojên havînê da ji mêvanan xalî nabe.

Gola li gundê Uçkayayê ye bi dar û ber û nebatên dora xwe va rengrengî ye û ji bo ziyaretvanan dîmenên xweş li ser xwe dihewîne.

Gola li raqima 1500 metreyî ku qasî 11 hezar metreqereyî cî digire di van rojên havînê da mêvanên dixwazin ji bajaran dûr bikevin diezimîne.

Bi saya parvekirinên ji ser medyaya civakî her ku diçe nav û dengê golê zêdetir belav dibe û meraqdarên wê zêdetir dibin. Di demên berê da şêniyên bajêr û gundên dor û berê dihatin lê niha ji dervayî bajêr jî mêvan tên dîtina golê.

- "Ev der wek wehayekê xuya dike"

Ziyaretvanên ku ji nav bajêr, Îzmir û deverên din hatibûn gotin ku ev gol bi taybetiyên xwe devereke gelek xweş e û şibandin wehayekê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE