Şaredariya Midyada Mêrdînê, ji bo 23ê nîsanê ji zarokên gundan re suprîzek kir. personelên şaredariyê gund bi gund geriyan û pîzza dan zarokan.
Hinekan ji wan bi tenê di pirtûkan de hinekan jî di televîzyonê de pîzza dîtibûn.
Cara ewil bi saya şaredariyê pîzza xwarin.
Şaredariya Midyadê li zarokên biçûk pîzza belav kirin û dilê wan xweş kir.
Her çiqas ji bo zarokên bajarî tu qimeta vê tune be jî, zarokên gund bi vê diyariyê gelekî kêfxweş bûn.