Wek hobî dest bi seyîstiyê kir û niha ji bo pêşbaziyan li hîpodroman cehniyan amade dikeac

Cehniyek heta ku tê asta pêşbaziyê qasî 3-4 salan wext û ked lazim dike. Niha ji bo şampiyontiyê 2 cehniyên me hene. Herdu jî di sala 2019an da çêbûne."

Wek hobî dest bi seyîstiyê kir û niha ji bo pêşbaziyan li hîpodroman cehniyan amade dikeac

Li Sêwereka navçeya Rihayê Recep Kuçukçayê ku 10 sal berê wek hobî bi hespên pêşbaziyê ra eleqedar bû paşê dest bi xwedîkirina wan kir û niha ji bo pêşbaziyan cehniyan amade dike.

Kuçukçay li ber palên Qerejdaxê 6 sal berê çêwlik ava kir û niha li wê derê hespên ji bo pêşbaziyê xwedî dike. Di çêwlika li Taxa Gurakarê ye da niha 10 mehîn û cehnî û hespekî fehlan hene.

Recep Kuçukçay got ku wî wek kêf dest bixwedîkirina hespê kir û ji ber hezkirin û eleqeyê wî ji xwe ra çêwlik ava kir û wiha domand: "Ez ji hespan gelek hez dikim û wek hobî min hespek kirîbû. Wî demekê bazda lê paşê seqet bû û min yekî din kirî. Min dît bi kirînê ev nabe û li ser vê min cî ava kir."

2 cehniyên endamên şampiyontiyê wê dest bi pêşbaziyan bikin

Kuçukçay destnîşan kir ku hespê bi navê "Oradinario" ku bûye şampiyon niha li çêwlikê ye û wiha dewam kir: "Gelek serfiraziyên wî hespê fehl hene. Di pêşbaziya Serokomariyê da bû sêyemîn. Ew şampiyonekî rasteqîn e. Ji ber hin pirsgirêkan me ew ji pêşbaziyan vekişand û niha li çêwlikê hespê fehl e. Ji cehniyên em xwedî dikin ez wisa bawer dikim ku wê şampiyonên nû derkevin. Em ji bo vê dixebitin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Kuçukçay got: "Cehniyek heta ku tê asta pêşbaziyê qasî 3-4 salan wext û ked lazim dike. Niha ji bo şampiyontiyê 2 cehniyên me hene. Herdu jî di sala 2019an da çêbûne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE