"Wek Misilman em ê her dem guh bidin hişmendiya ummetê"

Erdogan di vekirina Civîna 3yemîn ya Serokên Dînî yê Misilman ya Dewletên Afrîkayê da axivî ku bi destê Serokatiya Karên Diyanetê tê lidarxistin.

"Wek Misilman em ê her dem guh bidin hişmendiya ummetê"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Wek Misilman em ê her dem guh bidin hişmendiya ummetê û hiqûqa biratiyê. Sînorên çêkirî yên di nav me da nikarin asoya me eşkere bikin."

Erdogan di vekirina Civîna 3yemîn ya Serokên Dînî yê Misilman ya Dewletên Afrîkayê da axivî ku bi destê Serokatiya Karên Diyanetê tê lidarxistin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir bi saya hewldanên wan têkiliyên Tirkiye-Afrîkayê hatine asteke wisa ku 15 sal berê nedihat xeyalkirin û wiha got: "10 hezar û 480 xwendekarên ku me wan da xwendin wek qasidên dildar yên Tirkiyeyê ji bona xwîşk û birayên me yên ji Afrîkayê dixebitin."

Erdogan got ku dewletên Rojavayê naxwazin Afrîka rabe ser xwe, potansiyela xwe mezin biemîlîne û li tevahiya parzemînê aştî çêbe û wiha axivî: "Hûn ji min çêtir dizanin ku di Qetlîama Ruandayê da pêçîya kîjan dewleta mêtînkar heye. Li Ruandayê di nav sê mehan da 800 hezar însan bi hovîtî hatin kuştin û alema Rojavayê û Neteweyên Yekbûyî bi tenê temaşe kirin."

Serokomar Erdogan got ku ji bin gelek tevliheviyên li Parzemîna Afrîkayê şirketên neft û çekan yên Rojavayî derdikevin.

Serokomar Erdogan diyar kir di paşeroja piraniya kesên ku îro dersa heq, hiqûq û azadiyê didin wan da yan rêça qetlîam û dagirkeriyê yan jî mêtinkariyê heye.

Erdogan destnîşan kir wek dewlet û milet çav bernedane çavkanî, ked û xwêdana tu civakekê û bi xwîna wan bi pey peydakirina refahê neketine û wiha got: "Wek Misilman em ê her dem guh bidin hişmendiya ummetê û hiqûqa biratiyê. Sînorên çêkirî yên di nav me da nikarin asoya me eşkere bikin."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 09:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE