Wekî xebatkarên fabrîkayekê dişixulin

Xwendekar bi şev û roj dixebitin, rojê 50 heb standan çêdikin.

Wekî xebatkarên fabrîkayekê dişixulin

Xwendekar û Mamosteyên Lîseya Pişe û Teknîkê ya Bingolê wekê xebatkarên fabrîkayekê bênavber dişixulin. Rojê 50 heb standên dezenfektanê çêdikin.

Piştî nexweşiya koronayê firotina dezenfektanan zêde b,û pê re jî firotina van standan.

Xendekar û mamosteyên lîseya pîşe û teknîkê ya Bîngolê dest dan hev di vê atolyeyê de standên dezenfektanê çêdikin.

Midûrê Lîseyê Ahmet Aşar: ”Ji bo tesîra koronavîrûsê ji holê rabe her kes bê navber dixebite. Me jî got em standan çêkin û bi saya van paqijî û parastina ji nexweşiyê hêsantir be. Em niha 2 cure standan çêdikin. Yek bi sensorê dixebite yek jî bi pêdal. Ligel Bingolê, ji bajarên din jî sîparîş tê.”

Projeya standê ji aliyê mamosteyên lîseyê hatiye hazirkirin.

Xwendekar jî di hilberînê de dixebitin û bi şev û roj ji bo sîparîşan bigihînin hewl didin.

Midûrê Lîseyê Ahmet Aşar : “850 xwendekarên me hene. Atolyeyên me bê navber dixebitin. Mekteba me ji vê atolyeyê heta niha milyonek pere qezenc kir. Em dixwazin qezanca xwe û piştgiriya ji bo ekonomiya welatê xwe zêde bikin.”

Xwendekarên lîseyê rojê 50 heb standan çêdikin.

Him hewcedariya li bazarê peyda dikin him jî pere qezenc dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE