Welat êdî aram e

Şêniyê hin gundan vedigere warê xwe

Welat êdî aram e

Di sala 1993yan de ji ber bûyerên terorî şêniyê hin gundên Mûşê dev ji milkê xwe berda û çû bajarên din. Niha welat aram e, gundî vedigerin ser milkê xwe.

Beriya niha bi 26 salan, li herêma Mûşê gelek bûyerên terorî qewimîn.

Ji ber wê niştecihên hin gundên Mûşê dev ji mal û milkê xwe berdan û bar kirin.

Hin kes hatin navenda bajêr hin kes jî çûn derên din.

Niha êdî herêm ewle û aram e.

Lewra jî kesên dev ji gundê xwe berdabûn dîsa vedigerin.

Êdî di gundên wekî Sêmalkê, Şênik, Geliyê Aliyan, Hitint, Geliyê Guzan û Tabikê de jî welatî hene û ew bi rehetî li warê xwe dimînin.

Waliyê Mûşê İlker Gündüzöz çû cem wan û diyarî dan zarokan.

Gundî dibêjin ku em li gundê xwe kêfxweş in, li vê derê aramî heye.

Welatiyên herêmê dibêjin dinya aram e, wê her kes vegere ser milkê xwe.

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE