Welatî dikarin bi 388 lîre teqsîdan xaniyan bistînin

Welatî dikarin bi 388 lîre teqsîdan xaniyan bistînin

Welatî dikarin bi 388 lîre teqsîdan xaniyan bistînin

TOKÎ’yê ji bo welatiyên hewcedar xaniyên nû çêdike. buhayê xaniyan ji 118 hezar lîreyî dest pê dike. teqsîda xaniyan 388 lîre ye û wadeya wan jî 20 sal in. tê plankirin ku li 67 bajaran dê 50 hezar avahî bên çêkirin. ji bo van xaniyan sepana daxwazê dest pê kir.

Serok Recep Tayyip Erdoğan mizgînî da welatiyên ku dixwazin bi alîkariya TOKÎ’ê xwediyê xaniyekî bibin.

Avahiyên ku dê bi awayekî berwar bên çêkirin, li Stenbol, Enqere, Îzmîr jî di nav de ne wê li 67 bajaran bên çêkirin. Ji bo avahiyan sepana daxwazan dest pê kir.

Buhayên xaniyan di navbera 116 hezar û 399 hezar lîreyî de ne.

Teqsîd 388 lîre ne û wade jî 20 sal in.

Meziniya daîreyan di navbera 75 metreçarçik û 128 metreçarçikî de ne.

Ji bo serlêdanê şert û mercên sal û qezencê jî hene. Ji bo xaniyên 2 ode û saloneke berdela serlêdanê 500 lîre, sal 25 û sînora qezenca malê ya meheke jî 4 hezar û 500 lîre ye.

Welatiyên Şirnexî ku ew demeke dirêj e kul i bendê mizgîniya TOKÎ’yê bûn bi vê xeberê memnûn bûn.

Dema berhevkirina daxwazan 45 roj in. Serlêdan dê heta 19ê Nîsanê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE