Ekspresa Gola Wanê di navbera Enqere û Tetwanê da seferan dike û ji bo kesên ku dixwazin herêmê bibînin firsend e. Siruşthez û tetîlvan eleqeyeke mezin nîşanî Ekspresa Gola Wanê didin.
Ekspresa Gola Wanê roja yekşem û sêşemê ji Enqereyê bi rê dikeve û li ser Kayserî, Sîvas, Meletî, Elezîz, Bîngol û Mûşê ra tê Tetwana navçeya Bidlîsê û rojên Sêşem û Duşemê jî ji Tetwanê bi rê dikeve û ji heman gozergahê ra diçe Enqereyê.
9 vagonên Ekspresa Gola Wanê hene û 320 rêwiyan hildide û di 26 saetan da ji Enqereyê tê Tetwanê.
Turîstên xwemalî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî Ekspresa Gola Wanê didin û di rêwîtiyê da ji xwe ra dîmenên berf û zivistanê temaşe dikin. Ji hin kesên ku tên Tetwanê li cî û warên dîrokî yên Bidlîs û navçeyên wê digerin, hin kes jî dertên ser Çiyayê Nemrûd û diçin ber Gola Wanê.
AA