Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Kasapoglu daxuyand 11 hezar û 269 welatiyên ji dervayî welêt hatin li 23 bajaran di 36 wargehan da di karantînayê da ne.
Wezareta Werziş û Ciwaniyê der barê welatiyên ku piştî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji dervayî welêt hatin û tevdîrên ji bo wan tên dîtin da agahî da.
Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Kasapoglu daxuyand wek civak ew ê vê rewşa nebaş bi hev ra bi awayekî musbet derbas bikin û spasiya hemû ciwan û xebatkarên wezaretê kir.
Kasapoglu got 11 hezar û 269 welatiyên ji dervayî welêt hatin li 23 bajaran di 36 wargehan da di karantînayê da ne û wiha dewam kir: "Di van wargehan da 13 hezar û 670 ode hene, kapasîteya wan jî 49 hezar û 932 ye. Ez dixwazim bibêjim her yek welatiyê me yê tê raçavkirin li gor şertên karantînayê di odeyeke cuda da dimîne."
Hat gotin di van wargehan da înternet, destşo, serşo, sarinc û alavên paqijiyê hene.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin doxtor û xebatkarên tenduristiyê jî her tim li van wargehan amade ne.
Wargeh û mêvanxaneyên welatî tê da karantînayê da ne ev in;
Edene (Wargeha Mahmut Samî Ramazanoglu) 134 kesên ji Qeterê hatin
Agirî (Wargeha Xwendekaran a Abdurrahîm Arvasî) 3 kesên ji Îranê hatin
Enqere (Wargeha Tevgerên Taybet ên Şehîd, Wargeha Îradeya Neteweyî, Wargeha Golbaşiyê, Wargeha Haymanayê) 3 hezar û 58 kesên ji umreyê zivirîn
Erdexan (Wargeha Kaşgarli Mahmut) 58 kesên ji Azerbaycanê hatin
Aydin (Wargeha Sokeyê ya Meryem Yaziciogluyê) 180 kesên ji Luksemburgê hatin
Bartin (Wargeha Çeşm-i Cihanê) 21 kesên ji umreyê vegeriyan
Bîlecîk (Wargeha Ertugrul Xazi) 69 esker
Bolu (Wargeha Hayretttin Tokadi û Wargeha Seyîd Avşar) 49 kesên ji Yewnanistan û Kolombiyayê hatin
Eskîşehir (Wargeha Gunduzalpê) 254 kesên ji umreyê vegeriyan
Hatay (Wargeha Yayladagiyê) 6 kesên ji Lubnanê vegeriyan
Îdir (Wargeha Îdirê) 39 kesên ji Azerbaycanê vegeriyan
Isparta (Wargeha Murad Hudavendîgar) 586 kesên ji umreyê vegeriyan
Stenbol (Wargeha Kanunî Siltan Suleyman, Wargeha Floryayê, Wargeha Fatîh Siltan Mehmet) 1955 kesên ji Ewropayê vegeriyan
Kastamonu (Wargeha Şeyh Şaban-i Velî û Wargeha Kastamonuyê) 97 kesên ji umreyê vegeriyan
Qeyserî (Wargeha Hunat Xatun) 252 kesên ji umreyê vegeriyan
Kirklarelî (Wargeha Hundî Xatun) 487 kesên ji Gurcistan, Portekîz, Luksemburg, Cezayîr, Ozbekîstan, Qazakîstan, Kanada û Tunisê hatin
Kocaelî (Wargeha Alî Fuat Cebesoy Yurdu, Wargeha Canfeda Xatun, Wargeha Şerife Gelîn, Wargeha Gazî Suleyman Paşa) 891 kesên ji Ewropa ûTunisê hatin
Konya (Wargeha Tahir Buyukkorukçu û Wargeha Kutalmişoglu Suleyman Şah) 2 hezar 180 kesên ji umreyê vegeriyan
Mersîn (Wargeha Kirkkaşikê, Wargeha Qîzan a Mersînê) 393 xwendekarên ji Qibrîsê hatin
Sakarya (Wargeha Arîf Nîhat Asya) 88 kesên ji Ukraynayê hatin
Şirnex (Wargeha Cezerî) 51 xwendekarên ji Qibrîsê hatin
Tekirdag (Wargeha Suleymanpaşayê, Wargeha Mêran a Çorluyê) 367 kesên ji Filipînan, Ukrayna û Qazaxistanê hatin
Zonguldak (Wargeha Nesîbe Xatunê) 51 kesên ji Ukraynayê hatin.
AA