Welatiyên li herêmê di karantînayê de tehliye bûn

Welatiyên ku li Agriyê di karantînayê de bûn hatin tehliyekirin

Welatiyên li herêmê di karantînayê de tehliye bûn

Welatiyên ku ji derveyî welêt hatibûn û ji bo 14 rojan di bin karantînayê de bûn, bi silametî vedigerin malên xwe. Li agiriyê 184 kes ji Qibrisa bakur, li Batmanê jî 185 welatî ji Iraqê hatibûn Turkiyeyê. Piştî 14 rojan bi sax û silametî ji karantînayê derketin. Her wiha 143 welatiyên ku ji Erebistana Siûdî hatin Turkiyeyê jî, li Vanê ketin karantînayê.

Bi hezaran welatiyên ku ji derveyî welêt hatin tehliyekirin, ji bo tevdîrê 14 rojan hatin girtin bin karantînayê.

Welatiyên ku karantînaya xwe temam kirin jî vedigerin bajar û malên xwe.

Li Agriyê 185 kesên ku ji Qibrisa Bakur hatibûn bajêr, karantînaya xwe qedandin.

Welatiyên ku piştî 14 rojan bi silametî ji karantînayê derketin, vegeriyan malên xwe.

Li Batmanê jî 185 kesên ku ji Iraqê hatibûn bajêr, ji karantînayê hatin derxistin.

Welatiyên ku 14 rojan karantînaya xwe bêpirsgirêk xilas kirin, bi dia û çepikan hatin şandin bajarên wan.

Li Vanê jî 143 kesên ku bi balafirê ji Erebistana Siûdî hatin bajêr ji bo 14 rojan li waregekê ketin bin karantînayê.

Piştî pêvajoya karantînayê, welatiyên ku rewşa wan baş bin wê bên şandin memleketên wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE