Welatiyên li Tunceliyê di ava çemên Munzur û Pulumurê da xwe hênik dikin

"Sirûşt, hewa û mirovên vê derê gelek başin. Em ji bo avjeniyê dikevin Çemê Munzurê. Evder dişibe plajên li Antalyayê."

Welatiyên li Tunceliyê di ava çemên Munzur û Pulumurê da xwe hênik dikin

Li Tunceliyê şêniyên bajêr û mêvanên ji hundir û derveyê welêt hatine û ji ber germê xwe berî nav ava li geliyê Munzur û Pulumurê didin û hênik dibin.

Li bajarê ji hêla dîrok, sirûştî û çandî va xwedî gelek taybetiyan e germahiya hewayî di nav rojê da derket 37 pileyan.

Welatiyên ji ber germê aciz bûn bi armanca xwe hênik bikin berê xwe dan çemên li geliyê Mûnzûr û Pulumurê.

Esnafên li bajêr ji av û peravên çemên di gelî da diçe îstifade kirine û ji bo mayîna mêvanan amadehî kirine û turîstên xwemalî û biyanî yên ku tên plajên li bajêr mîna li ber devê behrekî bin ji tiştekî mehrûm nînin û xwe berî nav ava cemidî didin.

Hin welatiyên heta gelî tên jî bi tenê ji xwe ra seyranê dikin û li kêfa xwe mêze dikin.

Aydin Taşê ku ji Almanyayê bo tetîlê hatiye Tunceliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bajar li cihekî gelek xweşe û wiha pê da çû: "Sirûşt, hewa û mirovên vê derê gelek başin. Em ji bo avjeniyê dikevin Çemê Munzurê. Ev der dişibe plajên li Antalyayê. Ji vê derê hewce nake meriv here alî Ege û Behra Spî. Pêşniyaza min ew e ku bila herkes were Tunceliyê."

Hasan Akbayir jî destnîşan kir ku bajarê wan gelek xweş e û ew bi tu dereke dinyayê nadin û wiha domand: "Ji cihên em hatine tav tuneye û sar e. Dema min tavê li vê derê dît min gote me têra xwe vîtamîna Dyê hilda."

Şêniyên Tunceliyê dixwazin ku bila mêvanên wan werin ji av û sirûşta bajêr îsifade bikin lê li çop û bermayiyên xwe bila xwedî derkevin û derdorê qirêj nekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE