Wezîrê Karên Diyanetê Alî Erbaş daxuyand 5 hezar û 300 welatiyên ji umreyê dizivirîn ji bo ku tenduristiya xwe û kesên li der û dora xwe biparêzin, bila 14 rojan ji malên xwe dernekevin û mêvanan qebûl nekin.
Erbaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê welatiyên ji umreyê dizivirîn û ji ber şika vîrusa koronayê ya nû da hişyariyek da û wiha got: "Îro 5 hezar û 300 welatiyên me ji umreyê dizivirin. Ji bo ku ew tenduristiya xwe û kesên li der û dora xwe biparêzin bila 14 rojan ji malên xwe dernekevin û mêvanan qebûl nekin. Ev ji bo qûlan heqek e."
AA