Ji 296 welatiyên Tirk ku ji Amerîkayê anîn Tirkiyeyê 288 jê li Trabzonê di wargehê da hatin bicihkirin.
Bi telîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan û bi xebata Wezaretên Karên Derva ya di kordînasyona Alîkarê Serokomar Fuat Oktay va welatiyên Tirk bi balafira ku ji Houstonê rabû û li Balafirgeha Ordu-Giresunê danî va anîn Tirkiyeyê û li vê derê jî bi rêbejayê derbasî Trabzonê kirin.
Welatiyên ku ligel ekîbên ewlehî û tenduristiyê bi otobusan hatin bajêr, di Wargeha Gulbahar Hatunê da hatin bicihkirin.
Hat destnîşankirin di nava 288 welatiyên Tirk ku dê 14 rojan di karantînayê da bimînin da 16 dergûş û 21 zarok jî hene.
Herwiha hat diyarkirin 8 rêwiyên din ên di balafirê da bo Stenbolê hatin şandin.
AA