Du welatiyên Tirkiyeyê yên pêr li Darfura Bakur a bajarê Sûdanê hatibûn revandin bi operasyona hêzên ewlekariya Sûdanê hatin xilaskirin.
Îrfan Nezîrogluyê Balyozê Xartûmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Firat Can Baranê endezyar û Omer Cunedîogluyê personel ên li bajaroka Faşîrê ji santrala lê dixebitîn derketin û diçûn malên xwe hatin revandin. Herdu welatiyên Tirkiyeyê bi operasyona hêzên ewlekariya Sûdan hatin xilaskirin.
Nezîroglu wiha axivî:
"Du roj e em bi saziyên eleqedar ra di têkiliyê da bûn. Ji bo hewla ku dan ez ji rayedarên Sûdanê ra sipas dikim. Hêja min bi welatiyên me ra li ser têlefonê xeberda. Tenduristî û morala wan baş e. Li tesîseke eskerî ya li Kabkabiyeyê wekî mêvan disekinin. Sibê ew ê bi firokeyê derbasî Faşîrê bibin û ji wir ra jî derbasî Xartûmê bibin."
Li Faşîra bajaroka Darfura Bakur 2 welatiyên Tirkiyeyê yên santrala ceyranê ya Tirkan dixebitîn û ajokarê wan di 7ê berfanbarê da dema ji kar vedigeriyan malê hatibûn revandin.
Wezareta Karên Derva û Balyozxaneya Xartûmê ji bo xilaskirina welatiyên Tirkiyeyê yên hatine revandin bi meqamên Sûdanê ra hewl dabûn.AA