Welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji Almanyayê anîn li Mûşê hatin bicîkirin

107 welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji Almanyayê anîn li Mûşê li wargehê hatin bicîkirin

Welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji Almanyayê anîn li Mûşê hatin bicîkirin

107 welatiyên Tirkiyeyê yên ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji Almanyayê anîn welêt li wargeha xwendekaran a Midûriya Bajêr a Werziş û Ciwaniyê hatin bicîkirin.

Bi xebata hevpar a ku wezaretên Karên Derva, Karên Navxweyî, Tenduristî, Gihandin û Binesaziyê bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi kordînasyona Alîkarê Serokomar Fuat Oktay kir 107 kes bi balafira ku ji Almanyayê rabû anîn Balafirgeha Mûş Alparslanê. Welatiyên ku ji balafirê peya bûn piştî ku kontrola tenduristîya wan hat kirin û walêzên wan hat dezenfektekirin li gel wesayîtên polês û cendirmeyan anîn Wargeha Xwendekarên Keç a Muştakbaba û li odeyan hatin bicîkirin. 

Welatî dê 14 rojan li wargehê di bin çavdêriyê da bin û Walîtiya Mûşê, Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr, Midûriya Bajêr a Xizmetên Ciwaniyê, AFAD û Heyva Sor dê hewcehiyên welatiyan pêk bînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE