Welatiyên Türkiyeyê yên Ukrayna terikandin tên welêt

Welatiyên Türkiyeyê yên Ukrayna terikandin dest bi hatina Türkiyeyê kirin

Welatiyên Türkiyeyê yên Ukrayna terikandin tên welêt

Gelek kesên piştî êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê welat terk kirin dest bi hatina Türkiyeyê  kirin.

Li deriyên sînor ên aliyê Bilxaristanê trafîka wesayîtên bi plaqeya Ukraynayê zêde bû.

Wezîfedarên Wezareta Karên Derva li Romanya û Bilxaristanê karên derbasbûnê hêsan kirin, welatiyên Türkiyeyê yên bi îmkanên xwe tên jî ji deriyên sînor ên Qapiqule û Hemzebegliyê ra derbasî Türkiyeyê dibin.

Ahmet Kuyumcuyê karsaz ê ji Ukraynayê hat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir acil Ukrayna terk kir.

Kuyumcu destnîşan kir ku li Ukraynayê rewş gelekî xirab e û wiha pê da çû: "Meriv derketine rê û dirban, li benda dora xwe ne. Ji bo ku demildest welêt terk bikin. Li sînor hema bêje 15-20 kîlomêtro dor heye. Meriv û zarok digrîn. Rewşeke zehf zor e."

Kuyumcu got dema rewş normal bibe ew ê dîsa here Ukraynayê.

Koray Hergunerê endezyar jî got li Ukraynayê dixebite.

Herguner got şeveqê di saet 5an da dema li Kîevê benzîn dixiste wesayîta xwe dengê teqînan dihat û wiha pê da çû: "Me fehm nekir ku çi dibe. Li du sê ciyan dengê bombeyan hat. Me ji xeberan bihîst û êrîşa Rûsyayê dest pê kiriye. Me demildest welat terk kir. Rêyên sereke ewledar nebûn. Em ji rêyên der û dorê ra derbasî Moldovayê bûn. Em ji wir ra jî hatin welatê xwe."

Herguner destnîşan kir ku rewşa li Ukraynayê gelekî xirab e û wiha axivî: "Ûris êrîşî sivîlan û xwendingehên zarokan dikin. Tank ser wesayîta sivîlan ra derbas bû. Bavê hevalê me kuştin."

Yulîa Kahînciya li Bakirkoya navçeya Stenbolê dijî û ji bo dîtina malbata xwe çûbû Ukraynayê jî bi minibêseke gerê va vegeriya Türkiyeyê .

Kahînciyê destnîşan kir ku mêrê wê li Edirneyê li benda wê û qîza wê ya du salî ye, rewşa li Ukraynayê xirab e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE