Weqfa Diyanetê dê cara 5an xelatê bide qenciyê

Ji bo bernameya "Xelatên Qenciyê yên Navneteweyî" ku ji aliyê Weqfa Diyanetê Tirkiyeyê (TDV) ve bên dayîn, qebûlkirina çîrokên serpêhatiyên qenciyê, dest pê kir.

Weqfa Diyanetê dê cara 5an xelatê bide qenciyê

Ji bo bernameya "Xelatên Qenciyê yên Navneteweyî" ku ji aliyê Weqfa Diyanetê Tirkiyeyê (TDV) ve dê 2019an cara 5an bên dayîn, di serî serî de ji Tirkiyeyê, ji çar aliyên cihanê ve, qebûlkirina serpêhatiyên derbarê qenciyê, dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya TDVê, di çarçoveya Xelatên Qenciyê yên Navneteweyî de ji bo bernameya xelatê ya ku biryare sala 2019an de bê lidarxistin, serpêhatiyên qenciyê yên ku bi rastî çêbûne, heta 31ê berfanabarê dê li ser navnîşana maîlê ya iyilikodulleri@tdv.org bên qebûlkirin. Di encama nirxandina lijneyê de, ji bo pêşengên qenciyê, bi merasîmekê ku dê di nava meha adara 2019an de bê lidarxistin xelat bên dayîn.

- "Pêdivê qencî jinûve têkeve rojeva mirovayetiyê"

Di daxuyaniyê de cî dan fikrên Rêveberê Giştî yê TDVê Mehmet Savaş Polat ku dibêje ew weke weqfê ji bo qenciyê jiyanê weke sedema hebûnê dibînin û di vê arasteyê de, bi mebesta vexwendina miroveyetiyê jibo qenciyê bernameya Xelatên Qenciyê yên Navneteweyî li dar dixînin.

Polat destnîşan kir ku serpêhatiyê qenciyê yên mirovan yên ku nehatine bihîstin bi xelkê re parve dikin û wiha pê de çû:

"Me ji xwe re kiriye amanc ku qencî têkeve ferqê de û li qada navneteweyî berbelav bibe. Li cîhanekê ku îdî xerabî lê dibe serwer, ji bo ku jinûve em qenciyê bikin serwera rojevê em vê bernameyê li dar dixin. Helbet ji bo qenicyê biçûk û mezin ferq nake, hemî cureyê qenciyê nirxdar e. Li vêderê armanca me ya sereke ew e ku em peyamê bidin welatê xwe û hemî cîhanê ka çawa qenciyeke biçûk ji bo bi milyonan kes dibe hêvî. Me sala 2015an yekemîna vê bernameyê saz kiribû. Ji hingî heta nuha me gelekî hewl da ku serpêhatiyan bi civakê û cîhanê rabigîhînin. Di nava sala 2018an de şaxên Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê, saziyên ku li nav welêt û li derveyê welêt yên ku em bi wan re hevkariyê dikin û bi pêşniyazên welatiyên me digel ên ku bi çapemenî û medyaya civakî tesbît kirin me xelat dan 8 serpêhatiyî. Ev Serpêhatî ji Tirkiyeyê, ji Asya, Ewropayê, Efrîqa, Balqan, Amerîka û Rojhilata dûr hatin destê men."

Ji bo hûrgiliyên derbarê bernameya Xelatên Qenciyê yên Navneteweyî ya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê û gihiştina serpêhatiyên qenciyê yên nimûne, hûn dikarin serdana malpera www.uluslararasiiyilikodulleri.com bikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Kanûn 2018, 10:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE