Weqfa Diyanetê wê îsal li Afrînê jî qurbanan ser jê bike. Weqf li Afrîn û bajarên Suriyeyê wê îsal 11 hezar qurbanan bide serjêkirin.
Cejna Qurbanê hat û ji bo Misilmanên hewcedar û mezlûm weqf û komele bênavber dixebitin.
Weqfa Diyanetê jî li çar aliyên dinyayê, li cih û warên Misilmanan xebatan bi rê ve dibe.
Weqf wê îsal li Afrînê jî ji bo hewcedar û feqîran goştê qurbanan belav bike.
Rayedarên Weqfa Diyanetê ragihandin ku îsal wê li Sûriyê 11 hezar qurbanan bidin serjêkirin.
Ji 11 hezar qurbanî, wê 4 hezar li Afrînê, 3 hezar jî li herêma Mertalê Firatê bên serjêkirin.