Li Batmanê, ji bo xwendekarên ku li dibistanên gundan dixwînin alîkariya pirtûkan hat kirin. Bi organîzasyona weqfa hayratê, li xwendekaran setên pirtûkan hatin belavkirin.
Xwendekarên gundan qasî yên bajaran nikarin bigihêjin pirtûkan.
Lê ji bo jêhatî bibin ji wan re jî pirtûk hewce ne.
endamên Weqfa Hayratê ya Batmanê rahiştin setên pirtûkan û berê xwe dan gundan.
Setên pirtûkan li wan belav kirin û kêfa wan anîn.
Nûnerên Weqfê dibêjin divê zarokên me ji kitêb û pirtûkan dûr nemînin..
Bi saya kampanyayê xwendekar gihaştin gelek pirtûkan û pê kêfxweş bûn.
Nûnerêm komeleyê dibêjin dê alikariyên me yên bi vî rengî dewam bikin.