Midûriyeta AFAD’ê ya Batmanê, ji bo ku balê bikşîne ser tevdîrên erdhejê, li navenda bajêr wesaîdeke seyar a sîmûlator danî. Welatî, li wesaîdê siwar bûn. Rayedaran jî derbarê erdhejê de ew agahdar kirin.
AFAD’ê ji bo ku balê bikşîne ser tevdîrên wexta erdhejê, wesaîdeke seyar a sîmûlator anî Batmanê.
Wesaîd li navenda bajêr hat bicîkirin.
Xwendekar û welatî li sîmulatorê siwar bûn.
Di wesaîdê de erdhejeke derewîn qewimî.
Rayedaran li ser erdhejê agahî dan welatiyan.
Wesaîd wê 3 rojan li Batmanê bimîne û pişt re jî biçe bajarên din.