Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê her sal xelatan dide. Îsal weşanxaneya Avestayê xelat girt. Em ê bi hev re li wê merasîmê temaşe bikin…
Dîwanên Edebiyata Kurdî ya Klasîk, romanên modern, kîtabên lêkolînê, berhemên sosyolojîk…
Weşanxaneya Avestayê bi salan e karên zahf hêja dike, kîtabên gelekî qedirgiran dertîne.
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê îsal xelat da Weşanxaneya Avestayê.
Serokê Yekitiya Weşangerên Tirkiyê Kenan Kocatürk got, pirrkulturî û pirçandîbûn zahf girîng e.
Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Kenan Kocatürk: Ji sala 1995an bi vir ve em van xelatan didin. Weşanxaneya Avestayê li ser Siryanan, Êzdiyan, Keldaniyan û miletên din kîtab derxistin…
Di dawiya bernameyê kesên ku xelat wergirtin bi hev re wêne girt.