Li Mêrsînê laboratûra polîs a mobîl krîmînal a bi navê 'Kıraç' ku di her şert û mercên erazî û îklim de dikare bixebite ket xizmetê. Bi vê wesaîdê û teknolojiya tê de şopên tiliyan, tekeran, pêlavan û gelek tiştên din tên tespîtkirin.
Di bûyeran de sûcdar wê zûtirî werin tespîtkirin. Bi saya vê, edalet wê zûtir were cih.
Laboratûara mobîl a sûcan a bi navê 'Kıraç" teslîmê ewlekariya Mêrsînê kirin.
Bi merasîm hat teslîmkirin û ji bo medyayê hat danasîn.
Gelek fonksiyonên vê wesaîdê hene û ji bo tespîtkirina sûcdaran wê gelek kêrhatî be.
‘’Em wekî serokatiya daîreya krîmînal ji hemû derfetên zanistê fêde digrin. Ev wesaîd bi awayekî xwemalî hatiye çêkirin. Di her şert û mercên erazî de dikare bimeşe. Beyî ku em ji cihê bûyerê veqetin, em dikarin sûcdar hema li wê derê demildest tespît bikin.’’
Li wir tetbîqateke jî hat kirin. Li gorî senaryoyekê lêkolîna delîlan û tespîtkirina sûcdar hat kirin.
Di demeke kurt de tespîtên hewce hatin kirin.