Li Dihêya Sêrtê mamosteyên mekteba herêmê ya imkb’yê pirtûkxaneya mektebê wek pirtûkxaneyeke mobîl amade kirin. Mamosteyan 2 wesaîtên xwe yên şexsî, tijî pirtûk kirin, mal bi mal geriyan û ji bo bixwînin li xwendekarên xwe belav kirin.
Ji bo xwendekarên wan bixwînin çi destê wan tê dikin.
Mamosteyên Dibistana Herêmê ya Dihêyê pirtûkxaneya mektebê ji bo xwendekarên xwe yên ku nikarin ji malê derkevin wek pirtûkxaneyeke mobîl amade kirin.
Mamoste dibêjin, “Me bi îmkanên xwe tiştekî wisa amade kir. Wekî hûn jî dibînin me pirtûkên li mektebê xistin erbeya xwe . em gund bi gund digerin û pirtûkan didin xwendekarên xwe.”
Mamosteyên ku wesaîtên xwe ji bo vî karî amade kirine, mal bi mal digerin û li xwendekarên xwe pirtûkan belav dikin.
Bi taybetî jî xwendekarên ku li gundan dimînin, ji bo fedekariya wan spasî mamosteyên xwe didkin.
Xwendekarê ji mamoste kitêb wergirt got,“Beriya her tiştî ez spasî mamosteyên xwe dikim. Lewra di rewşeke wiha xetere, de em jibîr nekirin û ji me re pirtûk anîn. Gelek spas."