Li navçeya Bozova Şanliurfayê wesayîdeke bombebarkirî hat girtin. Di wesayîdê de 20 kîlo teqemenî hebû. Wesayîd tevî teqemeniyê hat îmhakirin. Derbarê bûyerê de 9 gumanbar hatin binçavkirin.
Polîsên Şanliurfayê di çarçoveya xebatên saloxgeriyê de li ser riya Şanliurfa û Adiyamanê wesayîdek teqîb kirin.
Erebe li Taxa Yaslicayê hat sekinadin û li wesayîdê lêkolîn hat kirin.
Hat tespîtkirin ku di wesayîdê de 20 kîlo teqemenî û mekanizmaya bombeyan heye.
Ekîban rê girt û li derdorê tevdîrên ewlehiyê stendin.
Otomobîl tevî mekanizmaya bombeyê bi kontrolî hat îmhakirin.
Ekîban ajokarê ku amadehiya êrîşeke mezin dikirin bin çav kirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û 9 gumanbar hatin binçavkirin.