Wesayîdên deyndaran

Bi hezaran wesayîd ji ber kredî û deynan bi salan e ku di otoparkan de ne...

Wesayîdên deyndaran

Ji ber kredî an jî deynên bacan, gelek wesayîd tên kişandin otoparkan. Lê ji ber ku tu kes xwedî lê dernekeve wesayît di oto parkan de dirizin. Li Muşê di otoparkan de nêzî 2 hezar wesayît hene.

Otomobîl, qamyonet, qamyon, motosîklet û wesayîtên mezin...

Hemû ji ber ciza an jî deynan hatine kişandin parkan.

Xwediyê Otoparka Yedî Emînê ya li Muşê Faruk Güler di sala 2006an de ev park vekirî ye.

Güler dibêje ji ber ku tu kes li wesayîdan xwedî dernekeve gelek wesayîd di otoparkan de dirizin.

Wesayît bi salan e ku li otoparkê ne. Ewqas ku di nav wesayîdan de dar û ber şîn bûne û mezin bûne.

Di vê parkê de nêzî 700 wesayîd hene. Li Mûşê di 3 otoparkan de nêzî 2 hezar wesayîdên bi vî awayî hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE