Wesiyeta Şehîd bi cih tînin

Xwendekaran pirtûkek amade kir û perê wê jî didin mizgeftê…

Wesiyeta Şehîd bi cih tînin

Çawîşê Pispor Eren Ozturk di 17ê cotmeha borî de li Vanê şehîd ketibû. Lê beriya şehadeta xwe daxwaz kiribû ku heke tiştek were serê wî bila li ser navê wî mizgeftekê çêkin. Li Ahlata Bitlisê xwendekarên dibistana Seretayî ya Selçukluyê pirtûkek amade kirin û bi pereyê vê pirtûkê mizgeftek çêkin.

Li Ahlata Bitlisê xwendekarên dibistana seretayî ya Selçukluyê ji bo ku daxwaza Şehît Eren Ozturk bînin cih, dest bi xebatê kirin.

Eren Ozturk beriya ku şehîd bibe wasiyet kiribû ku heke tiştek jê bibe bila li ser navê wî mizgeftek were çêkirin.

Xwendekaran jî ji bo şehîd pirtûkek amade kir û navê pirtûkê jî danîn “Çîrokên Kurt”

Niha li ser navê şehîd mizgeftek tê çêkirin û perê van pirtûkan jî dê ji bo mizgeftê bişînin.

Xwendekaran li ser medyaya civakî jî kampanya da destpêkirin û li wir jî pirtûkan difiroşin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE